PAKê seredana mezelê Şêx Evdirehîm ê birayê Şêx Seîd kir

Roja 27.05.2021ê piştî ku PAKî ji merasîma li ser mezelê Cîhgirê Serokê PAKê Feyyaz Ekmen vegerîyan, seredana mezelê Şêx Evdirehîm ê birayê Şêx Seîd ê serokê tevger, berxwedan û serîhildana neteweyî ya 1925ê kir.Heyeta PAKê fatîheyek li ser mezelî xwendin…

28 Gulan 2021

Roja 27.05.2021ê piştî ku PAKî ji merasîma li ser mezelê Cîhgirê Serokê PAKê Feyyaz Ekmen vegerîyan, seredana mezelê Şêx Evdirehîm ê birayê Şêx Seîd ê serokê tevger, berxwedan û serîhildana neteweyî ya 1925ê kir.

Heyeta PAKê fatîheyek li ser mezelî xwendin û Şêx Evdirehîm û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bibîranîn.

Mezelê Şêx Evdirehîm, li Deşta Perîşanê ya ku di navbera Bismil û Batmanê de ye.

Şêx Evdirehîm ji destpêkê heta dawiyê di navê serîhildanê de cih digire. Ji ber wêrekî û mêrxasiya wî bi leqabê “Şêrê Pîran ê bi Dudilî” tête zanîn. Piştî têkçûna serhildanê diçe binxetê, ango Rojavayê Kurdistanê.

Piştî ku Dewleta Tirkîyeyê dest bi Tertetele ya Dêrsimê kir, ango dest bi jenosîda li Dêrsimê kir , Şêx Evdirehîm û hevalên xwe ji bo beşdarî berxwedana gelê me yê Dêrsimê bibin, di sala 1938ê de derbasî Bakurê Kurdistanê dibin. Lê mixabin Şêx Evdirehîm û 14 hevalên xwe li nêzîkî navçeya Bismilê ya Amedê dikevin kemîna Dewleta Tirkîyeyê û têne şehîd kirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pa3.jpgpak2-028.jpgpak3-028.jpgpak4-032.jpg