WHO sipasiya xwe bo hukumeta Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir

Nûnerê Iraqê yê Rêxistina Tenduristiyê yê Dinyayê (WHO) Ahmed Zuweytin bi sedema têkoşîna li dijî Kovid-19 ê sipasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Nûner Zuweytîn di civîna çapemeniyê ya bi wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê bi Saman Berzencî re…

25 Gulan 2021

Nûnerê Iraqê yê Rêxistina Tenduristiyê yê Dinyayê (WHO) Ahmed Zuweytin bi sedema têkoşîna li dijî Kovid-19 ê sipasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Nûner Zuweytîn di civîna çapemeniyê ya bi wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê bi Saman Berzencî re weha ragihand:

“Di vê pêvajoya zor û zahmet de, bi sedema bi WHO yê re di nav koordînasyonê de ne, ez dixwazim sipasiya xwe bo serokwezîr Mesrûr Barzanî, bo wezîrê tenduristiyê Saman Berzencî û xelkê Kurdistanê dikim.”

Nûnerê WHO yê ragihand ku ew bi hukumeta Herêma Kurdistanê û wezareta tenduristiyê re di nav hevkariyekî xurt de ne û di dahatûyê de jî wê hevkariya wan zêdetir bibe.

Ahmed Zuweytin ragihand ku ew dixebitin da bo hemwelatiyên Kurdistanê aşi (vaccine) temîn bikin û dê bo Kurdistanê gelek doz aşi bişînin. Ahmed Zuweytîn ragihand ku her diçe halê tenduristiyê baştir dibe lê hêj vîrus neqediyaye û dê bo xelkê Kurdistanê zêdetir aşi, temîn bikin.