Li Efrînê teqîn çêbû: Birîndar heye

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama teqîna bombeyekê de, zarokek birîndar bû.Li çavkaniyên xwecîhî, li nêzîkî xaçerêya Newroz a li navenda Efrînê bombeyek teqiya û zarokek birîndar bû.Efrîn ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola komên çekdar…

20 Gulan 2021

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama teqîna bombeyekê de, zarokek birîndar bû.

Li çavkaniyên xwecîhî, li nêzîkî xaçerêya Newroz a li navenda Efrînê bombeyek teqiya û zarokek birîndar bû.

Efrîn ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola komên çekdar ên Tirkiyê de ye. Ji wê demê ve li nav bajêr car caran teqîn çêdibin û di encama teqînan de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.