Rojava – Li Til Temir çekdarên Tirkiyê keriyek pez dizîn

Çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundekî bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê 200 ser pez dizîn û şivan jî revandin.Îro danê sibê komek çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundê Gerebêt yê Til Temêr keriyek pez dizîn û şivan…

17 Gulan 2021

Çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundekî bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê 200 ser pez dizîn û şivan jî revandin.

Îro danê sibê komek çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li gundê Gerebêt yê Til Temêr keriyek pez dizîn û şivan jî ku xortekî 16 salî bû, revandin.

Li gorî agahiyan, wan çekdaran li şivan dan û paşê ew berdan lê pezên wî dizîn û birin.