Rûsya hişyarî Amerîkayê: “Xetên sor derbas neke”

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo rêvebirê ajansa nûçeyan ya navdewletî Rossiya Segodnya yê bi Dmitriy Kiselev re li ser dorpêçên dawiyê yê navbera Rûsya û Amerîkayê axifî û şiroveyan kir. Lavrov ragihand ku dê Rûsya bo hewlên…

28 Nîsan 2021

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo rêvebirê ajansa nûçeyan ya navdewletî Rossiya Segodnya yê bi Dmitriy Kiselev re li ser dorpêçên dawiyê yê navbera Rûsya û Amerîkayê axifî û şiroveyan kir. Lavrov ragihand ku dê Rûsya bo hewlên Amerîkayê ku xetên sor derbas bike, bertekên tund nîşan bide.

Lavrov di axaftina xwe de bertekê nîşanî dorpêçên yekalî da û weha got:

“ Me li hemberê berlêgirtina dîplomatên Rûsyayê yên li Amerîkayê, xebatên dîplomatên Amerîkayê yên li Rûsyayê kêm kir. Muxatabên me yên Amerîkayê gotin ku wê têkiliyên xwe yên bi Rûsya re ji dil û can diber çavde derbas dikin û piştî hevdîtinan wê zelal bibe.

Lê piştî wan hevdîtinan dorpêçên nû hatin. Em mecbûr man me bersiva asimetrik da wan û me berê bo wan got ku dê di encamê de weha bibe û me hişyarî dabû wan.”