Li Bexdayê teqîn – Gelek kuştî û birîndar hene

Li paytexta Iraqê teqînek mezin qewimî, gelek kuştî û birîndar hene.Qasekî beriya niha li taxa Sedir ya Bexdayê teqînek mezin qewimî.Li gorî agahiyan, di wê teqînê de herî kêm 5 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.Tê gotin…

15 Nîsan 2021

Li paytexta Iraqê teqînek mezin qewimî, gelek kuştî û birîndar hene.

Qasekî beriya niha li taxa Sedir ya Bexdayê teqînek mezin qewimî.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de herî kêm 5 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran baş nîne, loma tê texmînkirin hejmara kuştiyan zêde bibe.

Hîn nayê zanîn teqîn çawa qewimiye û ji aliyê kê ve hatiye kirin.