Peyama Serok Barzanî ji bo cejna sersala olî ya êzdiyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna sersala olî ya êzdiyan, Çarşema Serê Nîsanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:Bi navê Xwedayê mezin û dilovanBi helkefta hatina cejna serê sala olî ya êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî…

14 Nîsan 2021

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna sersala olî ya êzdiyan, Çarşema Serê Nîsanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala olî ya êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên êzdî dikim û hêvîdar im ev helkeft destpêkek be ji bo dawî hatina êş û azarên xûşk û birayên û êzdî û di aramî û aştiyê de cejn û helkeftên xwe bikin.

Di vir de ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe ya li çaresernebûna rewşa Şingalê û venegeriyana koçberan, ewe dûpat dikim ku bi tevahî palpiştiya maf û daxwaziyên xûşk û birayên êzdî me û daxwaz jî dikim yekrêziya navxweyiya biparêzin û rê nedin dengên bela vela û xerîb ziyanê bi nasname û maf û ol û paşeroja wan bigihîne û pêwîst dike hemû bi yekgirtî ve li ser maf û daxwazên xwe yên rewa pêdagir û mikur bin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî