Joe Bİden bi pêwendiyeke telefonî bi Putin re axifî

Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi pêwendiyeke telefonî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî.Li gor daxuyaniya Koşka Spî, di pêwendiya telefonî de her du serokên Amerîka û Rûsyayê behsa çend dosyeyên herêmî û navdewletî kirine û li ser stratejiya seqamgiriyê…

14 Nîsan 2021

 Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi pêwendiyeke telefonî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axifî.

Li gor daxuyaniya Koşka Spî, di pêwendiya telefonî de her du serokên Amerîka û Rûsyayê behsa çend dosyeyên herêmî û navdewletî kirine û li ser stratejiya seqamgiriyê axifîne.

Herwiha hat destnîşankirin, Joe Biden nîgeraniya Amerîkayê li ser aloziyên serbazî yên Rûsyayê yên li ser sînorê Ukraynayê nîşan daye û pêşniyar kiriye, civîneke lûtkeya sêalî di çend mehên bê de were kirin ji bo gotûbêjkirina hemû dosyeyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de hene.