Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin

Emîne Şenyaşar û lawê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” li dar dixin carek din hatin binçavkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyaya Rihayê çalakiya nobetê dane destpêkirin…

30 Adar 2021

Emîne Şenyaşar û lawê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” li dar dixin carek din hatin binçavkirin. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyaya Rihayê çalakiya nobetê dane destpêkirin di roja 22’yemîn de didomînin. Di kêliya ku Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît çalakiya xwe didomandin ji aliyê polîsna ve bêyî ku tu hêcet were nîşandan hatin binçavkirin.