Erdogan: Em kengî bixwazin vedikişin!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser biryara xwe ya bi navê serokomariyê ya derketina ji Peymana Stenbolê ya bo tundiya dijî jinê û zayendan daxuyanî da.Erdogan îro piştî nimêja înê, li ser vekişîna ji peymana Stenbolê ku ji aliyê…

26 Adar 2021

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser biryara xwe ya bi navê serokomariyê ya derketina ji Peymana Stenbolê ya bo tundiya dijî jinê û zayendan daxuyanî da.

Erdogan îro piştî nimêja înê, li ser vekişîna ji peymana Stenbolê ku ji aliyê welatên Rojavayî û opozîsyona navxwe ve rexneyên tund têne kirin got ku ew kengî bixwazin peymanê qebûl dikin yan jî jê derdikevin û ev kar li vir qediya ye.

Erdogan herwiha li ser daxuyaniyên opozîsyona Tirkiyê yên derbarê neqanûnîbûna vekişîna ji peymana Stenbolê û pêwîstiya biryara parlamenê jî got, ev ne biryareke parlamen bistîne ye, ew tiştekî nizanin.

Serokomarê Tirk li ser dabînkirina û berdewama helmeta lêdana derziya koronayê jî got, ew çaverê dikin ku proseya derzîkirinê di mehên Gulan û Hezîranê de bidawî bikin û hêvî dikin bi awayekî aram derbasî werza havînê bibin.