Mazlûm Kobanî daxuyaniyek bo salvegera dagîrkirina Efrînê belav kir

Bi boneya salvegera dagîrkirina li ser Efrînê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasaya navdewletî, civaka navdewletî şikest”Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)…

19 Adar 2021

Bi boneya salvegera dagîrkirina li ser Efrînê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasaya navdewletî, civaka navdewletî şikest”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, twitek belav kir û tê de da zanîn, ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasaya navdewletî, civaka navdewletî şikest.

Mazlûm Kobanî eşkere kir, welatiyên Efrînê ji dagîrkarî û tawanên şer nehatin parastin û got, divê sînorek ji bo wan tawanan bê danîn û rewşa Efrînê vegere berî dagîrkirina wê.