Li Afganîstanê helîkopterek ket û 9 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Maydan Vardak a Afganîstanê helîkoptera leşkerî ya cureya Mi-17 ket xwarê û 4 karmendên helîkopterê û 5 leşkerên din ên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.Wezareta berevaniya Afganîstanê ragehand, li navçeya Behsud a ser bi parêzgeha…

18 Adar 2021

 Li parêzgeha Maydan Vardak a Afganîstanê helîkoptera leşkerî ya cureya Mi-17 ket xwarê û 4 karmendên helîkopterê û 5 leşkerên din ên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta berevaniya Afganîstanê ragehand, li navçeya Behsud a ser bi parêzgeha Maydan Vardakê helîkoptera leşkerî ya cureya Mi-17 a hêzên esmanî ya Afganîstanê ketiye xwarê.

Herwaha hat ragehandin di bûyerê de 4 karmendên helîkopterê û 5 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane û ji ber pêkhatina wê bûyerê lêpirsîn destpê kiriye.