Li Amedê mirina jinekê ya bi guman

AMED - Gulşen Kaya ya li navçeya Yenîşehîrê dijiya, bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Gulşen Kaya (35) ya li taxa Alîpinar a navçeya Yenîşehîra Amedê dijiya, li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Piştî ku tîmên tenduristiyê…

17 Adar 2021

AMED – Gulşen Kaya ya li navçeya Yenîşehîrê dijiya, bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin.
 
Gulşen Kaya (35) ya li taxa Alîpinar a navçeya Yenîşehîra Amedê dijiya, li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Piştî ku tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin Kaya jiyana xwe ji dest daye, polîs ji bo ku lêkolînê bikin hatin malê. Piştî lêkolînê tîmên tenduristiyê cenazeyê Kaya birin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku wê piştî kirariyên otopsiyê cenazeyê Kaya li Gundê Xitmêran ê navçeya Çinarê were veşartin.