Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên bûne qûrbaniyên koronayê li ser Pira Dehderî qerenfîl avêtin avê û ew bibîr anîn. Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji sazî û dezgehên tenduristiyê pêk tên bi…

15 Adar 2021

 Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên bûne qûrbaniyên koronayê li ser Pira Dehderî qerenfîl avêtin avê û ew bibîr anîn. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji sazî û dezgehên tenduristiyê pêk tên bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên tenduristiyê bûnê qurbaniyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bernameyek bîranînê li dar xist. 

Endamên Platformê li ser Pira Dehderî ya li ser Çemê Dîcleyê kom bûn û deqîqeyek rêz girtin. Pişt re xebatkarên tenduristiyê ji bo bîranîna hevpîşeyên xwe qerenfîlan avêtin Çemê Dîcleyê û ew bibîr anîn.