Li Kerkûkê wêneyê Ehmedê Xanê hat têkbirin

Îro ji aliyê hin kesên nenas ve wêneyê helbestvan û nivîskarê navdarê ê gelê kurd Ehmedê Xanê hat têkbirin û polîs jî dibêje dê pêdeçûnê li ser wê pirsgirêkê bikin.Rêveberê polîsê Rehîmava ya bajarê Kerkûkê Ferhad Duşêwanî ji BasNewsê re…

15 Adar 2021

 Îro ji aliyê hin kesên nenas ve wêneyê helbestvan û nivîskarê navdarê ê gelê kurd Ehmedê Xanê hat têkbirin û polîs jî dibêje dê pêdeçûnê li ser wê pirsgirêkê bikin.

Rêveberê polîsê Rehîmava ya bajarê Kerkûkê Ferhad Duşêwanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 15.03.2021ê em hatin agahdar kirin ku ji aliyê hin kesên nenas ve wêneyê helbestvan û nivîskarê mezin ê kurd Ehmedê Xanê yê li taxa Rehîmava hatiye têkdan.’’

Herwaha got: ‘’Dema gilî hate kirin em jî dê pêdeçûnê li ser bikin û hewla girtina wan kesan bidin ku ew karê kirêt kirine.’’

Wêneyê helbestvanê kurd ê mezin Ehmedê Xanê bi salane li taxa Rehîmava ya bajarê Kerkûkê hatiye çêkirin.