Li DYAyê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine ji 500 hezarî derbas bûye

Ji sedî 46ê hemû mirinên li DYAyê yên ji meha Kanûna Pêşiyê heta meha Sibatê ji ber Covid-19ê ye.Li Amerîkayê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine ji 500 hezarî bihuriye. Ji ber vê rewşê li DYAyê merasîmek rêzgirtinê pêk hatiye.Joe…

23 Sibat 2021

Ji sedî 46ê hemû mirinên li DYAyê yên ji meha Kanûna Pêşiyê heta meha Sibatê ji ber Covid-19ê ye.

Li Amerîkayê hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirine ji 500 hezarî bihuriye. Ji ber vê rewşê li DYAyê merasîmek rêzgirtinê pêk hatiye.

Joe Biden, Serokê DYAyê diyar kiriye ku hejmara kesên jiber Covid-19ê mirine, gihîştiye 500 hezar û 71ê û ev hejmar ji tevahiya mirinên di dema Şerê 1em ê Cîhanî, Şerê 2yem ê Cîhanî û Şerê Wîetnamê zêdetir e.

Bîdenî her weha gotiye ku ev hejmar, ji hejmara mirinên ji ber Covid-19ê ya li hemû welatan bilindtir e.
Joe Biden, hevjîna wî Jill Biden û Kamala Harris, alîkara Bidenî Doug Emhoffî, hevjînê wê li Koşka Spî beşdarî merasîmê bûne.

Bidenî her weha ferman daye ku hemû alên li avahiyên federal û baregehên leşkeriyê daxin nêviyê.

Ji sedî 46ê hemû mirinên li DYAyê yên ji meha Kanûna Pêşiyê heta meha Sibatê ji ber Covid-19ê ye.

Bi destpêkirina derzîkirinê di 6 hefteyên derbasbûyî de hejmara nexweşan kêm bûye, lê pispor ji ber varyantên Ingilistan, Afrîkaya Başûr û Brezîlyayê diyar dikin ku dibe rewş dîsa nebaş bibe