Şanda bilind a Herêma Kurdistanê bi Serokê Parlementoya Iraqê re civiya

Îşev Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ku serokatiya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.Nivîsgeha ragihandina Mihemed Helbûsî diyar kiriye di…

19 Sibat 2021

Îşev Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ku serokatiya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Nivîsgeha ragihandina Mihemed Helbûsî diyar kiriye di civînê de geşedanên siyasî û abûrî û asayîşî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha herdu aliyan dupatî li ser yakalîkirina budceya giştî ya îsal a Iraqê û beşa Herêma Kurdistanê ligor destûrê hat gotêbêjkirin.

Cihê behsê ye Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ku serokatiya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re jî civiya bû.