Mezlûm Ebdî: Armanc ji êrîşê, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike.Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Duhî bajarê Hewlêrê û firokxaneya wê bi mûşekan hat armanckirin. Em vî…

16 Sibat 2021

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Duhî bajarê Hewlêrê û firokxaneya wê bi mûşekan hat armanckirin. Em vî karî bi tundî şermezar dikin ku armanc jê, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye.”

Mezlûm Ebdî ragihand, “Rihmetê ji bo şehîdan û hêviya başbûna bi zû ji birîndarên sivîl û birîndarên hevpeymanên me di Hevpeymaniya Navdewletî de dixwazin.”