Efrîn | Çekdaran li ser malên qaçaxîyê şer kir: 6 kuştî, 3 birîndar

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, şer di navbera komên çekdar de derket.Li gorî zanyariyên xwecihî, di navbera komên çekdar de ji ber malên qaçaxîyê şer rû daye û…

14 Sibat 2021

 Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, şer di navbera komên çekdar de derket.

Li gorî zanyariyên xwecihî, di navbera komên çekdar de ji ber malên qaçaxîyê şer rû daye û 6 çekdar hatine kuştin 3 jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku şer li gundê Basutayê yê bajarê Efrînê di navbera komên çekdar Feyleqa 3yan (Cebha Şamiya) û Ceyş El-Îslam de çêbûye.

Hat diyarkirin ku di encamê de 5 çekdarên Cebha Şanniya û çekdarekî Ceyş El-Îslam hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.