Wezîra Swêd: Emê tim li qada navdewletî tawanên li Efrînê dibin bixin rojevê

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde got ku ew dê di civîn û hevdîtinên qada navdewletî de her dem tawanên Tirkiyê û çekdaran ên li Efrînê bixin rojevê.Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde bersiva pêşniyara Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Swêdê…

13 Sibat 2021

 Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde got ku ew dê di civîn û hevdîtinên qada navdewletî de her dem tawanên Tirkiyê û çekdaran ên li Efrînê bixin rojevê.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde bersiva pêşniyara Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Swêdê Markûs Wîechel ku 1ê Sibatê pêşkêşî parlamenê kiribû û ‘xwestibû tawanên dewleta Tirkiyê li Efrînê yên dijî mirovahiyê bikeve rojeva NY û ji bo hesabê wan bê pirsîn bikeve nav hewldanan’ da.

Anna Linde di bersiva xwe de diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê baş neketiye rojevê û mijara dagirkirina Efrînê her dem di nav planên wan de ye.

Wezîra Swêd got, Komîsyona Lêkolîna Sûriyê ya NY, tawanên şer û binpêkirina mafên mirovan ên Tirkiyê yên li Efrînê ji nêz ve dişopîne û bi bîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê, Swêd firotina çekan a ji bo Tirkiyê rawestandiye.