DEAŞ li Kerkûkê êrîş kir: 3 kuştî û 7 birîndar

Li navçe ya Daqûqa bi ser bajarê Kerkûkê nêzî gundê Ereb, DEAŞ ê êrîş bir ser ciyê kontrola polîsan. Li gor ragihandina rêvebirê polîs ê Kerkûkê Elî Kemal hêzên polîs bersiva êrîşê dane û yek sietekî şer kirine.Kemal gotiye ku…

12 Sibat 2021

 Li navçe ya Daqûqa bi ser bajarê Kerkûkê nêzî gundê Ereb, DEAŞ ê êrîş bir ser ciyê kontrola polîsan. Li gor ragihandina rêvebirê polîs ê Kerkûkê Elî Kemal hêzên polîs bersiva êrîşê dane û yek sietekî şer kirine.

Kemal gotiye ku di şer de 3 polîs mirine û 7 polîs birîndar bûne. Di derbarê kuştî an birîndarên DEAŞ ê ti agahî nehat dayîn.