Dêrsim-Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin

Duh êvarê li navçeya Pilemûriye ya Dersimê welatiyê bi navê Velî Yildiz hat binçavkirin. Eskeran duh êvarê li navçeya Pilemûriye ya Dersimê bi ser mala welatiyê bi navê Velî Yildiz ê 65 salî de girtin. Eskeran li malê lêgerîn kirin…

11 Sibat 2021

Duh êvarê li navçeya Pilemûriye ya Dersimê welatiyê bi navê Velî Yildiz hat binçavkirin. 
 
Eskeran duh êvarê li navçeya Pilemûriye ya Dersimê bi ser mala welatiyê bi navê Velî Yildiz ê 65 salî de girtin. Eskeran li malê lêgerîn kirin û pişt re Yildiz binçav kirin. Hat diyarkirin ku Yildiz bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye binçavkirin û ew birine Fermandariya Cendirmeyan a Dersimê. Tê payîn îro Yildiz sewqî edliyê bê kirin.