Senatorên Amerîkî: Erdogan bê şermane êrişî kurdan dike

49 senatorên Amerîkî di nameyekê de bo Serok Joe Biden, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan şermezar kirin û daxwaz jê kirin ku fişarê bixe ser Tirkiyê ji bo rewşa mafên mirovan baş bike.49 senatonên Amerîkî, nameyek arasteyî Serok Amerîka Joe…

10 Sibat 2021

 49 senatorên Amerîkî di nameyekê de bo Serok Joe Biden, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan şermezar kirin û daxwaz jê kirin ku fişarê bixe ser Tirkiyê ji bo rewşa mafên mirovan baş bike.

49 senatonên Amerîkî, nameyek arasteyî Serok Amerîka Joe Biden kirin. Di nameyê de hatiye gotin: “Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan welatê xwe xistiye ser riya tekrewiya desthilatdariyê, bi awayekî sîstematîk opozîsyonê serkut dike, rojnamevanan bêdeng dike û dadwerên serbixwe bi dadwerên alîgirên xwe diguhêre.”

Di beşeke din a nameyê de ku taybet e bi siyaseta derve ya Tirkiyê, tê de tê gotin: “Di van salên dawî de Serokomar Erdogan bê şermiyane êrîşî kurdên ku hevkarên Amerîkayê ne û li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dikin kiriye.”

Di dawiya ji Biden re hatiye şandin de hatiye: “Tirkiye li navçeyê hevpeymaneke girîng e, ji ber wê me ev name nivîsiye. Pêwîst e Amerîka kar bike ji bo standerdeke bilind a hevpeymanên wê hebe. Herwiha divê Amerîka bi aşkere derbarê mafên mirovan û kêmbûna demokrasiyê de bi wan re biaxive. Daxwaz ji we dikin, ji Serok Erdogan û hikûmeta wî re tekez bikin ku divê di zûtirîn dem de dawî li hilmeta serkutkirinê ya li navxwe û li derveyî welat bîne.”

Tirkiye di Mijdara 2019an de, tenê 3 rojan ji piştî fermana vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, dest bi operasyoneke leşkerî kir û êrîşî ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê kir.