Li hember PKKê artêşa Tirkiyê li çiyayê Gare dest bi operasyonekê kir

Tirkiyê, îro li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê, dest bi operasyonekê kir.Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, bi navê ‘‘Operasyona Pence Kartal-2’’ bi armanca tunekirina hebûna çekdarên PKKê yên li herêma Gare, pêk hatiye û çekdarên PKKê di…

10 Sibat 2021

 Tirkiyê, îro li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê, dest bi operasyonekê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, bi navê ‘‘Operasyona Pence Kartal-2’’ bi armanca tunekirina hebûna çekdarên PKKê yên li herêma Gare, pêk hatiye û çekdarên PKKê di nav amadekariya êrîşeke de bûne û ji bo pêşî li êrîşê û amadekariyên PKKê bigrin, operasyon dest pê kiriye û berdewam dike.

Li gor çapemeniya nêzîk PKKê  ragihandiye, îro 10.02.2021ê di saet 03:00ê ber bi sibehê ve, artêşa Tirkiyê bi balefirên şer û helîkopteran bombebaraneke giran li çiyayê Gare pêk aniye û piştî wê jî leşker daxistiye herêmê.

Herwiha li gor heman çavkaniyê, operasyon li Pîrîs, Bergare û Siyanê yên çiyayê Gare pêk tê û di navbera gerîllayên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyê de, pevçûnên tund hene.