Bakûr – Li Semsûrê di şerê malbatan de 7 kes hatin kuştin

Li parêzgeha Semsûrê (Adiyaman) ya Bakûrê Kurdistanê di şerê du malbatan de 7 kes hatin kuştin.Li navçeya Kalik (Kahta) ya Semsûra Bakûrê Kurdistanê, îro derdora demjimêr 16.00 di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket.Li gorî agahiyan, di wî şerî…

5 Sibat 2021

Li parêzgeha Semsûrê (Adiyaman) ya Bakûrê Kurdistanê di şerê du malbatan de 7 kes hatin kuştin.

Li navçeya Kalik (Kahta) ya Semsûra Bakûrê Kurdistanê, îro derdora demjimêr 16.00 di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Tê gotin rewşa hinek birîndaran baş nîne.

Ew her du malbat berê jî nakokiyên wan hebûne û kîndar bûne.