Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir.Îro li Selahedîn, Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey û şanda pê re kir.Di civînê de ku konsolê Brîtanya li Hewlêrê, James Thornton jî amade bû, rewş…

1 Sibat 2021

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Îro li Selahedîn, Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey û şanda pê re kir.

Di civînê de ku konsolê Brîtanya li Hewlêrê, James Thornton jî amade bû, rewş û guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û navçeyê hatin axaftin.

Di derbarê kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî her du alî li ser wê hevnêrîn bûn ku pêwîst e arîşeyan di çarçoveya Destûrê de û bi diyalogê çareser bikin.

Balyozê Brîtanya li Iraqê, li ser berdewamiya piştevaniyên Brîtanya bo Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir.