Li Silêmaniyê teqe li baregeha PDKê hat kirin!

Li Silêmaniyê vê sibê ji aliyê çend kesên nenas ve, gulle li baregeha navçeya 1 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin berdan.Hat gotin ku: “Vê sibê di demjimêr 06:13ê de gulle li baregeha navçeya 1 a Partita Demokrat a…

30 Çile 2021

Li Silêmaniyê vê sibê ji aliyê çend kesên nenas ve, gulle li baregeha navçeya 1 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin berdan.

Hat gotin ku: “Vê sibê di demjimêr 06:13ê de gulle li baregeha navçeya 1 a Partita Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Silêmaniyê hatin berdan.”

Jêderekî agahdar, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Bi otomobîleke cûreya Toyata Land Cruiser, nêzîkî 20 gulle li baregehê hatin berdan.”

Herwiha eşkere kir ku tenê zirarên madî derketiye û zirar negihiştiye canê ti kesî.