Trump: Ez ê beşdarî merasîma sondwxarina Biden nebim

Serokê Amerîka Donald Trump îro ragihand ku ewê beşdarîya merasîma sondxwarina serokê hilbijartî Joe Biden nebe.Herwiha Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Jibo kesên ku dipirsin, ezê di merasîma sondxwarinê ya 20ê Rêbendanê de cîh negirim.”Hêjayî bîrxistinê ye…

9 Çile 2021

Serokê Amerîka Donald Trump îro ragihand ku ewê beşdarîya merasîma sondxwarina serokê hilbijartî Joe Biden nebe.

Herwiha Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Jibo kesên ku dipirsin, ezê di merasîma sondxwarinê ya 20ê Rêbendanê de cîh negirim.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Biden di 20ê mehê de bi merasîmeke girseyî bi fermî dibe serok û pir caran serokê ku dest ji kar berdide beşdarîya wê merasîmê dibe.