Şanda hikûmeta Kurdistanê îro bi Kazimî û Helbûsî re hevdîtin dike

Şanda hikûmeta Kurdistanê ya ku çûye Bexdayê, dê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtin bike.Civîn û hevdîtinên şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî li Bexdayê didomin.Şanda hikûmetê dê…

12 Kanûn 2020

Şanda hikûmeta Kurdistanê ya ku çûye Bexdayê, dê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtin bike.

Civîn û hevdîtinên şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî li Bexdayê didomin.

Şanda hikûmetê dê îro bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê parlementoya wî welatî Mihemed Helbûsî re hevdîtin bike.

Di civînên han de, dê behsa mûçeyê karmendan û bûdceya Kurdistanê were kirin.

Tê gotin ku her du alî nêzîkî rêkeftina giştî bûne û dê di demek nêzîk de bigihên rêkeftinê.