Rojhilat – Li Selmasê kolberekî kurd ji aliyê pasdaran ve hat kuştin

Li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî pasdarên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Selmasê kolberekî kurd di dema kolberiyê de kuştin.Li gorî agahiyan, kolberê han…

7 Kanûn 2020

Li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî pasdarên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Selmasê kolberekî kurd di dema kolberiyê de kuştin.

Li gorî agahiyan, kolberê han bi navê Ferzad Sedozade (41 salî) li nêzîkî gundê Kozereş yê Selmasê hatiye kuştin.

Kolberê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Kozereş û bavê du zarokan bûye.