Li Serê Kaniyê wesayîtek bombekirî teqiya: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.Li gor agahiyan destpêkê, wesayîtek bombekirî îro Înê li ser rêbendeke komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, li…

27 Mijdar 2020

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan destpêkê, wesayîtek bombekirî îro Înê li ser rêbendeke komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, li gundewarê Serê Kaniyê teqiya û di encama teqînê de 3 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar jî hene.

Heta niha tu kesî berpirsatiya teqînê negirtiye ser xwe.