Almanya û Îspanya di demeke nêz de dest bi dabeşkirina derziya Koronayê dikin

Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Almanyayê, Jens Spahn diyar kir, “Meha bê emê dest bi dabeşkirina derziya Covid-19 bikin, cûreyek geşbînî heye ku derziya Koronayê li Ewropayê rizamendiyê wergire, ew jî wiha dike ku em bilez dest bi dabeşkirina wê…

23 Mijdar 2020

Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Almanyayê, Jens Spahn diyar kir, “Meha bê emê dest bi dabeşkirina derziya Covid-19 bikin, cûreyek geşbînî heye ku derziya Koronayê li Ewropayê rizamendiyê wergire, ew jî wiha dike ku em bilez dest bi dabeşkirina wê bikin”.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî da zanîn:  “Meha Çileya sala bê, em ê dest bi dabeşkirina derziya Koronayê bikin. Bernameyeke me ya berfireh heye ji bo derzîkirina xelkê û em pêşbînî dikin, di şeş mehan de hejmareke zêde ji xelkê bên derzîkirin”.

Herwiha Pedro Sanchez destnîşan kir:  “Em dê 13 hezar binkeyên derzîkirinê daynîn û heta nava sala bê em dê hejmareke zêde ji niştecihan derzî bikin”.