Li Dêrsimê agir bi kafeyeke 2 qatî ket û bû xwelî

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi kafeyeke 2 qatî ket û hemû şewitî. Bûyer, berê sibehê li Taxa Mogultay ser rêya Pulurê qewimî.Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên berevaniya şaristanî, polîs û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.…

17 Mijdar 2020

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi kafeyeke 2 qatî ket û hemû şewitî. Bûyer, berê sibehê li Taxa Mogultay ser rêya Pulurê qewimî.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên berevaniya şaristanî, polîs û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.  Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê tiştek di kafeya 2 qatî de nema û bû xwelî.

Heta niha nayê zanîn ka ji ber çi agir bi wê kafeyê ketiye. Lê hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.