DAIŞê êrişî hêzên Iraqî û polîsên Germiyan kir – Kuştî û birîndar hene

Terorîstên DAIŞê li devera Germiyan êrişî hêzên Iraqî kirin, herî kêm polîsek kuştin û çendek jî birîndar kirin.Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Awat Bemoyî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞaê êrişî rêbenda Neqşbendî, ku rêbendeka hevbeş…

14 Mijdar 2020

Terorîstên DAIŞê li devera Germiyan êrişî hêzên Iraqî kirin, herî kêm polîsek kuştin û çendek jî birîndar kirin.

Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Awat Bemoyî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞaê êrişî rêbenda Neqşbendî, ku rêbendeka hevbeş ya hêzên Iraqî û polîsên Germiyanê ye dikeve navbera bajarê Kelarê û nahiya Gulale ya Xaneqînê, kirin.

Awat Bemoyî da zanîn, di wê êrişê de serbazekî Iraqî hat kuştin, polîsekî Germiyan û du serbazên Iraqî jî birîndar bûn.