Pompeo Dê Deh Rojan li Ewrupa û Rojhilata Navîn Hevdîtinan Çêke

Wezîrê Derve yê Amerîka dê roja Înê dest bi gereke 10 rojî ya li Ewrupa û Rojhilata Navîn bike.Li gor bernameyê, ku di malepera Wezareta Derve ya Amerîka de hat weşandin, Pompeo dê li Parîsê bi Serokomarê Fransa Emmaneul Macron…

12 Mijdar 2020

Wezîrê Derve yê Amerîka dê roja Înê dest bi gereke 10 rojî ya li Ewrupa û Rojhilata Navîn bike.

Li gor bernameyê, ku di malepera Wezareta Derve ya Amerîka de hat weşandin, Pompeo dê li Parîsê bi Serokomarê Fransa Emmaneul Macron û hevtayê xwe Jean Yves Le Drian re bicive.

Pompeo dê dûre derbazî Stenbol ya Tirkîyê bibe û li wir bi Patrîkê Rum yê Fenerê Bartholomeos re kom bibe.

Ew dê piştî Stenbolê here Gurcistanê û li wir serokomarê wî welatî Saloma Zurabishivili, serokwezîr Giorgi Gaharia û wezîrê derve Davit Zalkaliani bibîne û dê bi bi Patrîkê Dêra Ortodoks ya Gurcistanê Ilia II re jî hevdîtinekê çêke.

Wezîrê Derve yê Amerîka dê dûre derbazî Îsraîlê bibe û bi serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu re ser normalkirina peywendîyên bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re danûstandinê bike.

Pompeo dê ji Îsraîlê here Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û dê li wir bi Prensê Cîgir Mihemed Bîn Zayd re bicive.

Ew dê ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî here Qatarê û li wir jî dê bi Emîr Tamîm Bîn Hamid El Tanî û Wezîrê Derve Mihemed Bîn Abdulrahman El Tanî re kom bibe.

Wezîrê Derve ye Amerîka dê gera 10 rojî de herî dawî here Erebistana Saudî û dê li wir bi Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman re hevdîtinê çêke.