Li Georgiyayê dê ji nûh de deng bên jimartin

Li eyaleta Georgiyayê ya Amerîkayê, dê ji nûh de deng bên jimartin. Georgiya xwediyê 16 delegeyane û biryara jimartinê hatiye dayîn.Li gor ragihandina çapemeniya Amerîkayê, ne tenha li Georgiyayê lê li Arîzona û Karolina ya Bakûr jî encama hilbijartinê nehatiye…

12 Mijdar 2020

Li eyaleta Georgiyayê ya Amerîkayê, dê ji nûh de deng bên jimartin. Georgiya xwediyê 16 delegeyane û biryara jimartinê hatiye dayîn.

Li gor ragihandina çapemeniya Amerîkayê, ne tenha li Georgiyayê lê li Arîzona û Karolina ya Bakûr jî encama hilbijartinê nehatiye ragihandin û encam nedaye.

Li Georgiyayê Joe Biden bi 14 hezar dengan li pêşiya Trump bû.