Şingal- Balafirên Tirkiyê otomobîleke PKKê bordûman kirin

Balafirên şer ê Tirkiyê otombîleke Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku rêxistina PKKê ya Şingalê li li Şingalê kir armanc û ligor zanyariyan çend kesên di otomobîlê de bûne qurbanî. Fermandariya Pêşmerge li Şingalê aşkere kir îro roja yekşemê firokeyeke Tirkiyê otombîleke…

9 Mijdar 2020

Balafirên şer ê Tirkiyê otombîleke Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku rêxistina PKKê ya Şingalê li li Şingalê kir armanc û ligor zanyariyan çend kesên di otomobîlê de bûne qurbanî. 

Fermandariya Pêşmerge li Şingalê aşkere kir îro roja yekşemê firokeyeke Tirkiyê otombîleke PKKê bordûman kir û çend kesên di wê otomobîlê de hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Fermandarê Pêşmergeyên Şingal Qasim Şeşo ji BasNewsê re axivî û da zanîn ji ber bordûmana balafirên şer ê Tirkiyê bo ser otomobîleke YBŞê rêxistina çekdarî ya PKKê li Şingalê çend kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Qasim Şeşo da zanîn 3 birîndar bo nexweşxaneya nahiya Sinûnê ya Şingalê hatine veguhestin.