Li Îranê 406 kesên din bi Koronayê mirin

û zêdetirî 8700 kesên din jî pê ketin.Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 772 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîşt 654 hezar û 936 kesan.Wezareta tenduristiya Îranê her wiha…

5 Mijdar 2020

Li Îranê 406 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 8700 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 772 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîşt 654 hezar û 936 kesan.

Wezareta tenduristiya Îranê her wiha da zanîn, ji duhî de 406 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîşt 36 hezar û 985 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 505 hezar û 287 kesan.