Fransa – Di êrişeka terorîstî de 3 kes bi kêran hatin kuştin!

Li bajarê Nice (Nîs) yê Fransa kesekî bi kêran 3 kes kuşt û çend kes jî birîndar kir!Îro danê sibê li bajarê Nice yê Fransa û li kêleka dêra Notre Dame, zilamekî bi kêran êrişî komek welatî kir.Li gorî agahiyan,…

29 Cotmeh 2020

Li bajarê Nice (Nîs) yê Fransa kesekî bi kêran 3 kes kuşt û çend kes jî birîndar kir!

Îro danê sibê li bajarê Nice yê Fransa û li kêleka dêra Notre Dame, zilamekî bi kêran êrişî komek welatî kir.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de ku tê gotin terorîstî ye, herî kêm 3 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Polîs ragihandiye, wan kesek li ser wê êrişê girtine.

Çend roj berê jî li Fransa mamostayek ji aliyê terorîstekî îslamî ve bi kêran hat kuştin.