Komiseriya YE: Wê gotinên Erdogan Tirkiyê zêdetir ji Ewropayê dûrtir bixe

Komiseriya YE: Wê gotinên Erdogan Tirkiyê zêdetir ji Ewropayê dûrtir bixe

27 Cotmeh 2020

Berdevkiya Komeseriya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, banga serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya boykotkirina kelûpelên Fransayê li dijî rihê peymanên dîplomasî û bazirganî yên ku bi Brukselê re hatine îmzekirin e.

Komiseriya YEyê da xuyakirin: “Peymanên YEyê bi dewleta Tirk re li ser pevguhartina azad a kelûpelan e. Divê li hember vê yek rêgirtina dualî hebe. Dewleta Tirk jî di vê çarçoveyê soz a dabû.”

Di berdewamê de hat gotin, bangên boykotkirina kelûpelên her dewleteke endam li dijî rihê van peymanan e û wê dewleta Tirkiye zêdetir ji YEyê bi dûr bixe.