Li ser vîrusa Koronayê Mesrûr Barzanî bi peyamekê hişyarî da

Li ser vîrusa Koronayê Mesrûr Barzanî bi peyamekê hişyarî da

23 Cotmeh 2020

Li ser nexweşiya Koronayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hişyarî da û diyar kir hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê dîsa bilind dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî do roja pêncşemê 22.10.2020an de, li ser zêdebûna berketî û mirinên ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê Twitterê hişyarî da hemwelatiyan û destnîşan kir: ‘‘Rêjeya berketiyên Koronayê dûbare bilind dibe, ji ber xatirê xwe û malbatên xwe gelekî girîng e ku em hemû berdewam bin li ser rêkarên xweparêziyê, ku beşek ji wan rêkaran dûrketine ji qerebaliyê ye.’’