Li Amedê jinek hat qetilkirin

Li Amedê jinek hat qetilkirin

21 Cotmeh 2020

Li navçeya Yenîşehîrê jina ciwan a bi navê Melek Arslan hat qetilkirin. 

Li kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di encama êrîşeke çekdarî de jina ciwana a bi navê Melek Arslan (24) hat qetilkirin.

Hat hînbûn ku Arslan ji Semsûrê hatiye Amedê û ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin. Birayê Arslan li cihê bûyerê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.