Du bira bûn qûrbaniyên koronayê

Li navçeya Karazê ya Amedê du birayên hev di nava du rojan de ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan.

16 Îlon 2020

Li taxa Ambar a girêdayî navçeya Karaza Amedê Alî Orûç (70) û Nûsret Orûç (68) ên birayê hev beriya bi demekê nexweş dikevin û malbat wan radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Testa koronayê ya her du birayan jî pozîtîf derdikeve û di beşa venîrîna awarte de tên dermankirin. Hat zanîn ku Alî Orûç duh jiyana xwe ji dest daye û Nûsret Orûç jî îro jiyana xwe ji dest daye.