Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara miriyên koronayê 7 hezaran derbas kir

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara miriyên koronayê 7 hezaran derbas kir

13 Îlon 2020

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê ragihand.

Li gorî ragihandina dawî, di nav 24 saetên borî de li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 57 kesên din can dane û hezar û 527 kesên din jî bi koronayê ketine.

Bi van amaran re li gorî ragihandina fermî, hejmara miriyan gihîşt 7 hezar û 56 kesan û hejmara pêketiyên Covid-19 jî bû 291hezar û 162 kes.