Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn

Li Îranê cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî Şakir Behroozî ku ji meha adarê ve girtî ye, hat birîn.

13 Îlon 2020

Li Îranê cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî Şakir Behroozî ku ji meha adarê ve girtî ye, hat birîn. 

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, ragihand ku li bajarê Ûrmiyê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê  ve cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî Şakir Behroozî hatiye birin.