Hevpeymanîya navdewletî bi dehan depoyên tijî cebilxane da artêşa Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê bi dehan depoyên tijî cebilxane da artêşa Iraqê.

17 Tebax 2020

 

Hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê bi dehan depoyên tijî cebilxane da artêşa Iraqê.

Duhî bi merasimeka fermî, hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê derdora 50 depoyên tijî cebilxane û pêdivîyên serbazî, ku li serbazgeha Tacî ya Bexdayê bûn, da artêşa Iraqê.

Li gorî agahîyan, nirxa wan cebilxane û pêdivîyên serbazî bi qasî 11 milyon dolar bûn ku ji guleyên demançê, topên hawanê, rokêtên helîkopteran, narincok û gelek pêdivîyên serbazî pêk hatibû.