Pereyê Tirkan li hember dolarê dihele

Pereyê Tirkan (TL) li hember dolarê Amerîkayê roj bi roj dihele. Niha 7.32 TLyên Tirkan dike 1 dolara Amerîkayê.

7 Tebax 2020

Vê sibehê dolar li hember TLyê bi 7.32an ket pîyasayê. Ev rekoreke nû ye. ji sersalê heta niha pereyê Tirkan li hember dolarê Amerîkayê ji sedî 22 nirx winda kirîye.

Tevî mudaxaleya Banka Navendî jî ev bilindbûn nerawestand.

Euroyek li Tirkîyê 8.62 TLyê.