Li Wanê lehî rabû: bi dehan ser pez li ber avê çûn

Li parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê ji ber baranê lehî rabû û li gundekî bi dehan ser pez li ber avê çûn.

1 Tîrmeh 2020

Navenda Nûçeyan – Duhî li parêzgeha Wanê û hinek deverên din yên Bakûrê Kurdistanê baranek tund barî.

Li gorî agahîyan, ji ber baranê li gelek gund û bajarên parêzgeha Wanê lehî rabû.

Li gundê Kirkpinar yê bajarê Erdîşê 74 ser pez li ber lehîyê çûn û mirar bû.