Wezîrê tenduristîyê hemwelatî hişyar kirin

Wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê rênmayîyên tenduristîyê de hemweltî hişyar kirin.

18 Hezîran 2020

Navenda Nûçeyan – Îro 18.06.2020ê wezîrê tenduristîyê Dr. Saman Berzincî di tora xwe ya civakî facebookê de hemwelatî hişyar kirin û nivîsand: ‘’Li berçav negirtina vîrusa koronayê û pêbend nebûna bi rênmayîyên tenduristîyê û sist kirina tedbîrên xweparastinê metirsîyekî herî mezin e.’’

Herwaha got: ‘’Li berçav negirtina koronayê û pêbend nebûna bi rênmayîyên tenduristîyê, destpêkeke bo pêşbînî kirina pêşketina pêketina bi sedan hemwelatî û zêdebûna rêjeya mirina bi dehan hemwelatîyan di rojekî de ye.’’