Tirkîyê li dijî PKKê operasyonek nû ragihand

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê aşkere kir, ku wan îşev operasyonek nû li dijî hêzên PKKê bi navê Pençe-Kartal anku Pence-Şahîn destpê kirîye.

15 Hezîran 2020

Navenda Nûçeyan – Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê li ser hesaba xwe ya twitterê destpêkirina vê operasyonê ragihandîye û destnîşan kirîye, balafirên şer ên Tirkîyê pêgehên PKKê dikin armanc.

Di daxuyanîyê de tê gotin: “Operasyona Pence-Kartal destpê kirîye. Balafirên me pêgehên terorîstan li ser serê wan dirûxînin.”

Medyaya nêzîkî PKKê jî ragihand, ku balafirên şer ên Tirkîyê Çîyayê Şingalê û derdora Kampa Mexmûrê bombebaran dikin.